Tirkiye

Serokomar Erdogan biryarên Şûreya Eskerî ya Payebilind pesend kir

Enes Kaplan  | 04.08.2022 - Rojanekırın : 05.08.2022
Serokomar Erdogan biryarên Şûreya Eskerî ya Payebilind pesend kir

Ankara

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin piştî civîna Şûreya Eskerî ya Payebilind ya 2022yan ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Kalin di daxuyaniya xwe da biryarên hatine hildan eşkere kir.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir di civînê da bi pesendkirina Serokomar Erdogan dema wezîfeya Sererkan Orgeneral Yaşar Guler salek hat dirêjkirin.

Kalin destnîşan kir ku Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ji ber ku kadro tuneye hatine teqawidkirin.

Îbrahîm Kalin diyar kir di civîna Şûreya Eskerî ya Payebilind da ji 30yê Tebaxa 2022yan pê va rutbeya 16 general û amîralan astek hat bilindkirin û 47 serbaz jî bûn general û amîral.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got ku Fermandarê Hêza Keştiyên Behrê Oramîral Ercument Tatlioglu wekî Fermandarê Hêzên Behrê û Fermandarê Hêzên Asîmanî yê Şer Orgeneral Atîlla Gulan jî wekî Fermandarê Hêzên Asîmanî hatiye wezîfedarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.