Aykut Karadağ
05 Tebax 2022•Rojanekirin: 06 Tebax 2022
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku ji Ukraynayê 3 keştiyên gilgil barkirî yên alayên Panama, Malta û Tirk pê va ye, derketin rê.
Wezaretê di daxuyaniya weşand da ragihand ku keştiya bi navê Navistarê ya bi alaya Panamayê 33 hezar ton gilgil tê da ye û wê biçe Îrlandayê, keştiya bi navê Rojenê ya bi alaya Maltayê 13 ton gilgil barkirî ye û wê biçe Îngiltereyê û keştiya Polarnetê ya bi alaya Tirkiyeyê 12 ton gilgil barkirî ye û wê bê Karasuyê û ev hersê keştî jî ji alî Navenda kordînasyona Mişterek va tên şopandin.