Tirkiye

Keştiya gilgil barkirî ya ji Ukraynayê derket wê îşev bigihîje Stenbolê be

Kübra Kara  | 02.08.2022 - Rojanekırın : 03.08.2022
Keştiya gilgil barkirî ya ji Ukraynayê derket wê îşev bigihîje Stenbolê be

Istanbul

 Koordînatorê Navenda Koordînasyona Hevpar Tuxamîral Ozcan Altunbulak der heqê keştiya barê wê gilgil ku duh ji Ukraynayê bi rê ket da daxuyanî da û got ku ew wisa payîn dikin keştî îşev bigihîje Stenbolê û lenger berde.

Navenda Koordînasyona Hevpar a ku ji bo sewqkirina dexl û danên ji Ukraynayê awayek ewle bên kirin hatibû damezrandin der heqê keştiyeke ji Ukraynayê barê wê gilgile û derket rê da daxuyanî parve kir.

Hat gotin ku keştiya bi navê Sierra Leone ya 27 hezar ton gilgil tê da ye ji bo çareserkirina qeyrana dexl û dan a li rûyê dinyê ji Ukraynayê derketiye rê.

Koordînatorê Navenda Koordînasyona Hevpar Tuxamîral Altunbulak bi bîr xist ku navend di 27ê Tîrmehê da hat damezrandin û niha li ser karê xwe ye û xebatên xwe dimeşîne.

Tuxamîral Altunbulak got ku birêketin û plan û bernameya keştiya ji bendergeha Odessayê derket rê di bin kontrola wan da ye û wiha pê da çû: "Ew rotaya ku wê keştî jê derbas bibe, korîdora mirovahî û kontrolkirin hemû di bin rê û rêzikên ku gorî lihevkirinên navendê ne tên kirin. Keştiya bi navê RAZOZI ku em berê li bendê bûn ji ber şert û mercên behrê wê îşev bi şev bigihîje Stebolê û ji cihê bo hatiye cihêkirin jî wê hesinê xwe berî avê bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın