İbrahim Toprak
19 Îlon 2022•Rojanekirin: 20 Îlon 2022
Operatorên makîneyên dirûnê yên ku debara xwe bi dirûnvaniya seyar dikin, parêzgeh bi parêzgeh digerin û zeviyan didirûn.
Li Deşta Batmanê dirûna zeviyên gilgil ên 60 hezar donimî bi 100 makîneyên dirûnê dest pê kir.
Dirûna ku sibehê zû dest pê dike, heya derengiya êvarê didome.

Li ser her makîneyeke dirûnê du kes peywirê dikin û gilgilê ku tê dirûn bi kamyonan tên barkirin û veguhestin.
Dirûnvanên Batmanî ji xeynî bajarê xwe her wisa diçin bajarên cuda yên wekî Mêrdîn, Riha û Bidlîsê jî û dexl didirûn.
Serokê Komeleya Dirûnvanên Batmanî Ahmet Eren ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li bajêr dirûna gilgil 5 roj berê dest pê kir ku 60 hezar donim zeviyên gilgil hene.

Eren wiha axivî:
"Li Batmanê qedera 100 makîneyên dirûnê dixebitin. Li ser her makîneyê 2 kes dixebitin, ango li ser 100 makîneyên dirûnê 200 kes dixebite. Gava em malbatên wan jî bihesibînin, 1000 kes ji vê sektorê nan dixwe. Em ê piştî Batmanê ji bo rakirina berhema duyem, biçin Mêrdîn û Rihayê."
Eren bal kişand ku ber û bereketa îsal baş e û cotkar kêfxweş in.
Operatorê makîneya dirûnê Bunyamin Eren jî diyar kir ku ew salê 6 mehan dixebitin û 3 mehên ewil ew li Batman û Mêrdînê genim didirûn û wiha dewam kir, "Pey ra jî em li Batmanê dest bi dirûna gilgil dikin ku ew jî qedera 2 mehan diajo. Karê me karekî giran e, lê xweş e."