İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Vekirinê ya Komî ya li Qada Esenler Dortyolê hat lidarxistin bû û li vir axivî: "Gotin Kobanî, lê bi axavtinên xwe tirsonekiya xwe nîşan dan. Gotin 'Kobanî', gotin 'bijî' û çûn li Diyarbekir, Batman û Hekariyê mirovan kuştin. Gotin komkujî û qetla ku DÎŞI dike, lê wan ji DÎŞIyê zêdetir li însanan îşkence kir. Ciwanên bê sûc kuştin. Nebêjin ku ya ku wan kir bê ceza bimîne, çi hewce bike dê bê kirin. Berpirsiyar û wezîfedarên me yên ewlehiyê yeko yeko wan sucdar û kujeran tesbît dikin û derdixin pêşberî darazê. Hemû dê bên darizandin. Bi zagona nû ya ku dê meclis derxe, ber li van bûyeran bê girtin û dewdîrên ewlehiyê yên tund bên hildan."
-"Kobanî çima ewqas girîng e?"
Erdogan pirsî û got "Gelo Kobanî çima ewqas girîng e? û axaftina xwe wiha domand:
"Birayên min ên hêja ew kesên ku ewqas giringiyê didin Kobanêyê gelo çima bi wî qasî giringiyê nadin Hama yê? Çima ewqas giringiyê nadin Xûmûsê? Çima giringiyê nadin Deyr Ez-Zorê? Gelo çima Kobanî? Ev mirovan dike nav fikaran. Di heman demê de bila bê zanîn ku ji sedî 40î axa Iraqê di bin kontrola DÎŞIyê de ye. Çima giringiyê nadin vê meseleyê? Çima giringiyê nedan Mûsûl û el Enbarê? Ev tijtekî balkêş û ecêb e û mirova dike nav fikaran.
Erdogan got ku ew bûyerên li Sûriyeyê diqewimin ji nêz ve teqîb dikin û wiha berdewam kir:
"Ez bala we dikşînim ser Kobanê, li herêmê niha 2 hezar şervan hene lê belê hûn dizanin ku ew 200 hezar însanên ji qada şer revîn çûn li ku derê? Ew kesên ku ji ber şer û pevçûnan revîn hatin Tirkiyeyê. Ev însan neçûn welateke din, hatin Tirkiyeyê. Tu kes ranebû û penaberên ji Kobanê hatin pêşwazî nekir. Kesekî piştgirî neda wan. Ya ku piştgirî dide wan, ya ku nan û avê dide wan Tirkiye ye."