Li Tirkiyeyê cara ewil ji bîra neftê Raman-8ê neft hat derxistin û hê jî li wir neft tê derxistin.
Di sala 1935an de li Tirkiyeyê qanûna hejmara wê 2804 e kete rewacê. Bi vê qanûnê ve Enstituya Maden Tetkîk û Lêgerînê (MTA) hat avakirin. Piştî vê li çiyayê Ramanê xebat û lêgerîn hatin kirin, lê di 7 bîran de neft nehat dîtin.
- Di 1361 mêtro de neft hat dîtin
Di sala 1945an de li Avusturyayê bi sondajeke navê " Kuleya Trauzelê" ve teknolojiyeke nû hat bikaranîn. Di 17ê çileya paşîn a 1946an de di 1361 mêtro de neft hat dîtin û wê bîrê re jî gotin Raman-8. Di 8ê adara 1948an de bi beşdariya Serokomarê 2emîn Îsmet Înonu ve merasimek hat lidarxistin.
Ji wê rojê vir ve ji vê bîra Raman-8ê neft tê derxistin. Ewil rojane 45 warêl neft dihat derxistin. Lê heta îro qasî milyonek ton neft hat derxistin.
- " Li Batmanê rojane 15 hezar warêl neft tê derxistin"
Midûrê Herêma Batmanê ya Şirîkatiya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê (TPAO) Gökhan Akin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di sala 1940an de li herêmê xebat hatine kirin û di bîra 8emîn de neft hatiye derxistin.
Akin wiha axivî: "Ji bîra me ya herî kevn de rojê 25-30 warêl neft tê derxistin. Lê di nav demê de piştî gelek xebatan bi tenê Batmanê rojê 15 hezar warêl neft tê derxistin."