Jiyan

Li Wanê dirûna gilgilê sîlajê dest pê kir

Emre Ilıkan  | 22.09.2021 - Rojanekırın : 30.09.2021
Li Wanê dirûna gilgilê sîlajê dest pê kir

Van

 Li Gurpinara navçeya Wanê cotkaran dest bi dirûna gilgilê sîlajê kir ku bi piştgiriya dewletê li ser 855 dekar erdî hatibû ajotin.

"Projeya Pêşxistina Binesaziya Hilberîna Nebatan" a ku bi pêşengiya Qaymeqamtiyê û bi hîbeya ji sedî sed ji çavkaniyên Serokatiya Rêveberiya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê va hat cîbicîkirin, cotkar kêfxweş kirin.

Li navçeyê 28 cotkaran li ser 855 dekar erdê ku pêşda nehat emilandin, bi piştgiriya ku di çarçoveya projeyê da wergirtin, gilgilê sîlajê ajotin.

Cotkarên ku havînê toxim reşandin û bi zehmetekî mezin zevî ajotin, dest bi dirûna nebata debarê ya ku bejna wan ji 2 metreyî bilindtir e kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın