İbrahim Atmaca
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
VAN
Karkerên ku têlên ceyranê yên navbera Wan û Sêrtê çêdikin, gelek rîskan didin ber çavên xwe û dertên serê dîreg û têlan.
160 karkerên xeta ceyranê ya navbera herdu bajaran ku bi destê Şirketa Anonîm (Ş.A) Gîhandina Ceyranê ya Tirkiyeyê hat çêkirin, şefeqa serê sibê diçin herêma xwe ya wezîfeyê.
Karker beriya ku dest bi kar bikin, tevdîrên xwe yên ewlehiyê hildidin û gelek rîskan didin ber çavê xwe û dertên serê dîreg û têlan.
Ji şefên ekîba ceyranê Selamî Dîpkoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan 2 meh û nîv berê dest bi vî karî kir û hê karê wan ê meh û nîvekê maye.
Dîpkoy diyar kir piraniya xebatkarên xeta neqlê ya ceyranê xelkê Orduyê ne û wiha dewam kir: "Em ji bav û kalên xwe hînî vî karî bûn. Cihê ku em lê dijîn piraniya mirovan ji vî karî perê nanê xwe derdixin. Rîska karê me pir zêde ye, lêbelê tevdîr werin hildan rîsk kêm dibe."
Ji karkerê xelkê Orduyê Mehmet Yaman jî got ew diyar diyar peyê nan xwe digerin.
Yaman got ku ew berî derkevin serê dîregan, tevdîra xwe hildidin û wiha dewam kir:
"Em carinan li ser têlan dimeşin carinan jî di nav qefesekê da dixebitin. Em carinan jî 70 mêtre hewa dixebitin. Heke meriv bikeve, xelasbûn tuneye, lê tu nekevî dijî, kêfxweş î. Gelek hevalên me ketin û hinek ji wan mirin. Em êdî hîn bûne, her tişt ji me ra normal tê.