Yunus Hocaoğlu
23 Îlon 2021•Rojanekirin: 24 Îlon 2021
Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê li cihên bilind ji êvarê pê va baran, berf û şilope tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê pir ewayî be li aliyên rojava û bakur dem demî baran wê bibare û tavî çêbibe.
Ji nîvro pê va li bakurê Erziromê û Erdexanê baranê gur bibare, ji êvarê pê va jî li dora Erzirom, Erzîncan û Erdexanê û cihên ku bilindahiya wan ji 2000 mêtroyî zêdetire jî berf, baran û şilope wê bibare.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê di navbera 2 û 5 pileyan da kêm be.
Ji aliyê başûr û başûrê rojavayê bayekî nîveqewî, li aliyê başûrê rojhilatê jî bayekî xurt ya ku hêza wê di navbera 50 û 80 kîlomêtroyî da diguhere wê çêbe.
Ji ber ku li der û dora Erzirom, Erzîncan, Qers, Erdexan û Agiriyê bahoz tê payîn rayedaran hişyarî dan ku welatî baldar bin.
Bi şev jî ji ber ku li Erzirom, Erzîncan, Qers û Erdexanê qiravî tê payîn ji bo çandinî, sera û zeviyan jî hişyarî hat dayîn.
Di nav rojê da germahiya herî zêde li Îdirê 30, li Tunceliyê 25, li Agiriyê 24, li Qers û Erzincanê 22, li Erziromê 20 û li Erdexanê 17 pile tê payîn.