Tirkiye

Qaptanê keştiya "Polarnet"ê ya ji Ukraynayê bi rê ket daxuyanî da AAyê

"Di keştiyê da tevlî min 12 personel û gilgil heye"

Murat Paksoy  | 05.08.2022 - Rojanekırın : 05.08.2022
Qaptanê keştiya "Polarnet"ê ya ji Ukraynayê bi rê ket daxuyanî da AAyê

Istanbul

 Ahmet Yucel Alîbeylerê qaptanê keştiya "Polarnet"ê ya bi alaya Tirkiyeyê ku ji Bendergeha Çernomorsk a Ukraynayê bi barê 12 ton gilgil va ber bi Stenbolê derket rê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêwîtiya wan di nav şert û mercên asayî da bi qasî 28 saet şûnda wê bigihêjîn Stenbolê.

Di bin hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da "Belgeya Teşebûsa Ji Bêndergehên Ukraynayê Bi Awayekî Ewledar Sewqkirina Madeyên Xurek û Dexlê" hatibû îmzekirin û keştiya "Polarnet"ê ya bi alaya Tirkiyeyê jî ku li Bendergeha Çernomorsk a Ukraynayê bi barê 12 ton gilgil disekinî ber bi Stenbolê va bi rê ket.

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku keştiya 12 ton gilgil barkirî ya bi alaya Tirkiyeyê ji Ukraynayê derketiye rê û qaptanê wê keştiyê Ahmet Yucel Alîbeyler jî daxuyanî da AAyê û got ku ew ber bi Stenbolê va derketine rê.

Alîbeyler got: "Rêwîtiya me bi qasî 28 saetan wê bikişîne. Di keştiyê da tevlî min 12 personelên Tirk û gilgil heye."

Keştî berî biçe Karasuya navçeya Sakaryayê wê ji alî Tîma Kontrolkirina Mişterek a li bakurê Stenbolê bê kontrolkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın