Koray Taşdemir
24 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nûnerên Platforma Aştiyê ya Balqanan qebûl kir.
Li gor parvekirina ji ser hesabê NSosyalê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di hevdîtina da Alîkarê Serokwezîrê Qeredaxê û Wezîrê Karên Derva Ervîn Îbrahîmovîc, Alîkara Serokwezîrê Kosovayê û Wezîrê Karên Derva û Dîasporayê Donica Gervalla-Schwarz, Wezîrê Karên derva yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç, Wezîrê Karên Derva yê Makedonyaya Bakur û Bazirganiya Derva Tîmço Mucunskî, Wezîra Karên Derva û Ewropayê ya Elbanyayê Elîsa Spîropalî, Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Sirbistanê Nevena Jovanovîçê cî girtin û mijarên têkiliyên dualî yên welatan ên bi Tirkiyeyê ra û mijarên herêmî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku ji ber civîna duyemîn a Platforma Aştiyê ya Balqanan a ku li Stenbolê hat kirin kêfxweş e û ji ber piştgiriya wan spasiya nûnerên welatan kir.
Erdogan di civînê da diyar kir ku guftûgokirina gelek mijarên wekî ewlehiya sînor, vejen, teknolojî, ragihandinê ê îstişareyên ku bi nêrîna xwedîlêderketina herêmî tên kirin girîng in û got ku dinya û herêm bi ezmûnên cur bi cur ra rû bi rû ye, pêşxistina piştevanî û feraseta dualî ya di navbera welatên endamê platforma Aştiyê ya Balqanan di vê pêvajoyê da girîng e.
Erdogan da zanîn ku Tirkiye ji bo kêmkirin û dawîlêanîna bandorên bêîstiqrariya li herêmê hewl dide, di serî da Ukrayna, Xeze û Sûriye li gelek cihan xebatên ji bo aştiyê dewam dikin, li Balqanan jî hewce dike ku bi nêrîneke ku ji êşên rabirdûyê dersê hildide û pêşerojê hedef dike tevbigerin.
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva ya Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokomar Sabrî Demîr jî bi Serokomar Erdogan ra bûn.