Türkan Tosun
31 Adar 2019•Rojanekirin: 01 Nîsan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber bûyera li Puturgeya navçeya Meletiyê telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir û sersaxî da wî.
Li gor daxuyaniya Serokomariyê, Serokomar Erdogan ji ber şerê hilbijartinê ya li Puturgeya navçeya Meletiyê ya ku 2 welatî mirin telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir.
Erdogan sersaxî da Karamollaoglu û ji ber bûyerê xemginiya xwe anî ziman.
Serokomar Erdogan got ewê bûyerê bişopînin, berpirsyar wê li ber edaletê hesabê vê yekê bidin.