Ahmet Aydın
14 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku dê piştevaniya kirê bide esnafan û wiha got, "Esnafên ku şert û mercên daxwazkirî di wan de mewcûd bin, heta 3 mehan li şaredariyên mezin 750, li şaredariyên din dê bi qasî 500 lîreyî pişteka kirê bistînin.
Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Di warê aramî, asûdeyî û selametiyê de em him ji bo ya xwe û him jî ji bo hemî herêm û cîhanê micadele dikin. Lêbêlê ev rewş tê wê wateyê ku weke welat û gel emê nehêlin heq, hiqûq û serweriya me bê binpêkirin."
Erdogan bal kişand ser pêvajoya endambûna Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê (YE) û got, "Tirkiye ji bo endamtiya temam a ku bi salane tê li derengxistin, hêviya bicihanîna sozê ji YEyê dike, ne hêviya mueyyideyan. Herwiha ji DYAya hevpeymana me ya NATOyê jî em hêviya piştevaniyê li hember rêxistinên terorê dikin ne mueyyideyan."
- "Di warê aboriyê kurewî de em serdemeke dîrokî dijîn"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di aboriya kurewî de Tirkiyeyê serdemek wisa dijî ku dibe têkeve dîroka îqtîsadê de û wiha got, "Aboriya Tirkiyeyê li hember her cure ezmûn, firsendên nû û senaryoyên curbicur ama de ye."
Erdogan bangawazî li welatiyan kir ku baweiryê bi wan bînin û wiha got, "Daxwazê ji welatiyên xwe dikim, dilxweş bin, ji rika dilnexwazan di warê aboriyê de bi me bawer bin. Em ji welatiyên xwe dixwazin bila dovîzên xwe bikin Lîreyên Tirkî û bi veberhênanên di rêya berhemanîn û îstîxdamê de bibin piştevanê têkoşana me. Emê berahiyê bidin wan polîtikayan ku di serî de ciwan û jin, emê ji hemî aliyan rêjeya îstixdamkirinê ber bi jor de rakin. Em hewl didin ku li tenişt arestekirina pereyên germ em veberhênanên navneteweyî jî bikşînin welêt."
Erdogan destnîşan kir ku dê piştevaniya kirê bide esnafan û wiha got, "Esnafên ku şert û mercên daxwazkirî di wan de mewcûd bin, heta 3 mehan li şaredariyên mezin 750, li şaredariyên din dê bi qasî 500 lîreyî pişteka kirê bistînin.
- "Qerebax îdî tê wateya serkeftinekê ku heq li hember batilê bi ser ke"
Serokomar Erdogan bal kişande ser rizgariya Qerebaxê û wiha axivî:
"Qerebax îdî tê wateya serkeftinekê ku heq li hember batilê bi ser ket. Bi rizgariya Qerebaxê deriyekî nû li Qefqasyayê vekir. Piştî vê li hermêmê dê statukoyeke nû dê bê avakirin ku êdî li şûna pevçûnan aşitî, li şûna girjiyê hevkarî, li şûna dijminatiyê têkiliyên baş ên cîrantiyê bê dîtin."