Önder Beyter
15 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Li dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 73 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera Worldometers ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, hejmara kesên ku bi şewbê ketin, gihîşt 73 milyon û 79 hezar û 242yan.
Amerîka bi 16 milyon û 870 hezar û 28 kesan va ew welat e ku herî zêde pêketî lê hene.
Pey vî welatî, bi 9 milyon û 906 hezar û 484an va Hindistan, bi 6 milyon 927 hezar û 145an va Brezilya, bi 2 milyon 681 hezar û 256an va Rusya, bi 2 milyon 379 hezar û 915an va Fransa, bi milyonek û 869 hezar û 666an va Îngiltere, bi milyonek û 866 hezar û 345an va Tirkiye, bi milyonek û 855 hezar û 737an va Îtalya, bi milyonek û 762 hezar û 36an va Îspanya, bi milyonek û 498 hezar û 160an va Arjantin, bi milyonek û 425 hezar û 774an va Kolombiya û bi milyonek û 357 hezar û 141ê va jî Almanya tên.
Ji ber Kovîd-19ê li dinyayê milyonek û 625 hezar û 904 kes mirin, 51 milyon û 153 hezar û 298 kes jî qenc bûn.