Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku amadehiyên Lûtkeya Enqereyê ya NATOyê dewam dikin, ji bo ku Lûtke ji her aliyê va serkeftî derbas bibe gelekî hewl tê dayîn
Serokomar Erdogan: Em ê li kesên ku bihayên zêde datînin neyên rehmê
Sefa Şahin
08 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2022
Ankara
Serokomar Erdogan: "Em ê li kesên ku beyî hincetên aboriyê bihayan zêde dikin û loma jî însanên me nikarin tiştekî bikirin, neyên rehmê."
"(Xeta trêna bilez ya Enqere-Sêwasê) Em ê di demeke nêzîk da vekin. Pêşiya Erzincan, di pey ra Erzirom û herî paşiyê jî em ê bigihînin Qersê ku bibe rêgeheke navneteweyî."
"Em ê bêbextiya kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bikin îqlima rageşî û perçebûnê derxin meydanê ku di demên dawîn da li gelek deran mînakên wê diqewimin."
"Em ê kesên ku dixwazin welêt teslimî baronên pere û siyasetê yên kurewî bikin, deşîfre bikin."
"Çawa me musîlaja di kurên dowîzê da paqij kir em ê di demeke kurt da musîlaja di enflasyonê da jî ji holê rakin."
Serokomar Erdogan: Em ê li kesên ku bihayên zêde datînin neyên rehmê