Orhan Onur Gemici
09 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2022
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li ser xeta sînorê Akçakaleyê piştî êrîşa ku bi teqemeniya destçêkirî (EYP) hat kirin û 3 esker hatin şehîdkirin, bi wasiteyên gulebarandinê hedefên PKK/YPG bi awayekî xurt hatin gulebarankirin, li gor tesbîtên ewil 12 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, li ser xeta sînorê Akçakaleyê piştî êrîşa ku bi EYPyê hat kirin û 3 esker şehîd bûn, hedefên PKK/YPGya rêxistina terorê bi wasiteyên gulebarandinê bi awayekî xurt hatin gulebarankirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor tesbîtên ewil 12 terorîst hatin berterefkirin û wiha hat gotin, "Li herêmê dijî terorîstan operasyonên me dewam dikin. Me tu wextî xwîna şehîdên xwe li erdê nehişt, em ê nehêlin. Xwedê rehma xwe li hevalên me yên qehreman bike, serê malbata wan sax be. Xwedê sebrê bide wan."