08 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ji bona Merasima Vekirinê ya Xeta Trêna Bilez ya Karaman-Konyayê hat Konyayê xitabî gel kir.
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir 11 sal berê trêna bilez li Konyayê çêkirine û got ku ji bona xelkê Konyayê bi trênê çûyîna Enqere, Eskişehir û Stenbolê gorî wesaîtên din hê rehet, erzan û xweş e.
Serokomar Erdogan diyar kir niha jî trêna bilez heya Karamanê diçe û got ku îro bi vekirina xeta trêna bilez ya Konya-Karamanê em heyameke nû didin destpêkirin.
Serokomar diyar kir qîmeteke mezin didin rêhesinê û wiha got, "Bi saya rêhesinê trêna ku li seranserê Anadoluyê digere ji ser rêhesina Qers-Tiflîs-Bakuyê ra digihêje Asyayê û dikare ji wir jî bigihêje Pekînê."
Erdogan piştî xeberdana xwe bi trêna bilez çû Karamanê.