Sevim Hatun
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
HATAY
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Kerîmê piçûk ku di êrîşa rejima Beşar Esed ya dijî Xûtaya Rojhilat da dayîka wî miribû û ji çavekî xwe bûbû tevî malbata wî, ew anîn Tirkiyeyê re hat bal hev.
Serokomar Erdoganê ku bi minasebeta 6emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê bibe hat Hatayê li vir bi Kerîmê biçûk û malbata wî ra hat bal hev.
Kerîmê piçûk di çarçoveya tehliyeya mecbûrî ya ku di garantoriya Rûsyayê da li Xûtaya Rojhilat hat destpêkirin da gihîşt Îdlibê. Kerîmê piçûk, bavê wî Ebû Mihemed û herdu xwîşkên wî ji vir derbasî Reyhanliya navçeya Hatayê bûbûn.
Kerîmê piçûk di paşila dayîka xwe da rastî êrîşa rejima Beşar Esed û alîgirên wî ya dijî Xûtaya Rojhilat hat. Di bombardimanê da dayîka Kerîm hat kuştin û herwiha Kerîmê piçûk jî ji çavekî xwe bû.
Piştî ku dinya bi nûçeya AAyê va bi serboriya Kerîmê piçûk hisiyabû, Kerîmê piçûk bûbû sembolê ablûqeya Xûtaya Rojhilat. Piştra ji ser medyaya civakî kampanyayên piştgiriyê dest pê kiribûn.