Sevim Hatun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar got, "Tenê terorîst û stargeh, baregeh, mewzî, çek, amûr û alavên wan hedef tên girtin. Tu carî miletê sivîl, miletê bê sûc û guneh, cihên dîrokî û berhemên çandî hedef nayên girtin. Ev hemû ji bo Artêşa Tirkiyê cih û berên divê destpênebin in."
Sererkan Akar li herêma Hayat û Îskenderûnê der barê baregeh,qereqol û yekeyan de ji rayedaran agahî hildan û li herêmê lêkolîn kirin.
Akar bal kişand li ser operasyona dewam dike û wiha axivî, "Herekata Çiqlê Zeytûnê li gor hiqûqa navneteweyî û esasên têkoşîna dijî terorê berdewam dike. Herwiha çek û mihîmatên di operasyonê de tên emilandin jî li gor hiqûqa navneteweyî ne."
Akar got, "Tenê terorîst û stargeh, baregeh, mewzî, çek, amûr û alavên wan hedef tên girtin. Tu carî miletê sivîl, miletê bê sûc û guneh, cihên dîrokî û berhemên çandî hedef nayên girtin. Ev hemû ji bo Artêşa Tirkiyê cih û berên divê destpênebin in."