Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Fayîz Mistefa Serracê Serokê Konseya Serotiya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Lîbyayê ra hat ba hev.
Li gor daxuyaniya ji Serokomariyê hat dayîn, Serokomar Erdogan bi Serracê Serokê Konseya Serotiya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Lîbyayê ra li Dolmabaxçeyê hat ba hev.
Di hevdîtinê da li ser têkiliyên Tirkiye û Lîbyayê, geşedanên li Lîbyayê û mijarên herêmî sekinîn.
Serokomar Erdogan piştgiriya dide hikûmeta bi destê civaka navneteweyî tê naskirin dubare kir û bang kir ku bira hêzên Hefter ên meşrûiyeta wan tunin werin sekinandin.
Erdogan got ku ji bo aştî, hizûr û îstiqrara Lîbyayê li piştgiriyê dide hikûmeta Lîbyayê ya meşrû ya di seroktiya Fayîz Mistefa Serrac da.