Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin li bendê ne ku li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorlojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji piştî nîvro pê va li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê baranê bibare.
Li bendê ne ku germahiya hewayê ya herêmê wekî ya demsalê be.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 10, li Qersê 11, li Erziromê 12, li Agiriyê 13, li Erzincanê 17, li Îdirê 22 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 33, li Erzincanê 31, li Agiriyê 28, li Erziromê 25, li Qersê 23 û li Erdexanê jî 22 pile be.
Dibe ku ba ji aliyê bakur ra hinekî rabe û carcaran jî hinekî guj bibe.