ÎSTANBUL
Serokomar Gul ji bo ku ferza hecitiyê bi cî bîne, wek vexwendiyê Qralê Erebistana Siûdî Abdullah bîn Abdulazîz çû Erebistana Siûdî.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Waliyê îstanbulê Huseyîn Avnî Mutlu, Şaredarê îstanbulê Kadîr Topbaş, Midûrê Ewlehiyê Huseyîn Çapkin û hîn rayedarên din Serokomar Gul ji Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê bi rê kirin.
Hevjîna Serokomar Abdullah Gul, Hayrunnîsa Gul jî çû Erebistanê.