23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
VAN
Ji ser erdheja bi lerza 7,2 ya ku di 23yê Cotmeha 2011an de li Wanê qewimî û bû sedema mirina 604 kesî û xerabûna avahiyan, 4 sal derbas bû.
Piştî qewimîna erdhejê di 6 saetên ewil da li ser kêwil 71 ekîbên xelaskariyê xebitîn û dû re 140 ekîbên ji nava welêt li ser kêvil xebatên xelaskariyê meşandin. Peywirdar bi şev û roj xebitîn da ku welatiyên di bin kêvil xelas bikin.
Kesên ku di erdhejê de birîndar bûn jê hezar û 673 kes bi rêya bejayê, 194 kes jî bi balafira ambûlans va gihandin nexweşxaneyên li bajarên din. Duwazdeh ekîbên mobîl li gundên ku xesar dîtin, xizmeta tenduristiyê dan erdhejzedeyan.
Erdheja ku navenda wê gundê Tabanliyê bû û li dû xwe gelek mirî û avahiyên xirabe hişt. Ev jî bû sedem ku bajar di warê madî û menewî de zirarê bibîne, lê dewletê mêla xwe da ser û bi veberhênanên nû va bajar careke din rakir ser piyan.
- 35 bajarên konteyner hatin avakirin
Ji ber berdewamkirina hejên dumahîkê welatî ditirsiyan ku bikevin malên xwe û ji bo vê jî ewil 75 hezar kon hatin belavkirin. Piştî ku serma ket erdê û şûnde dewletê ji bo kesên bê derfet 35 bajarên konteyner yên ku ji 29 hezar û 500 konteyneran pêk dihat, ava kir. Bi vî awayî welatiyan derfet dîtin ku ji bo demekê serê xwe bixin bin banekî.
Piştî ku 13 roj bi ser erdhejê derbas bû, di roja çaremîn a Eyda Qurbanê de di 9ê cotmehê de bajar bi lerza 5,6ê ve careke din hejiya.
Di erdheja duyemîn de tevî xêrxwazê japonî Asutshî Miyazakî û rojnameger Sabahattîn Yilmaz û Cem Emîr ên ku ji bo şopandina nûçeyên erdhejê lê bajêr bûn 40 kes mirin.
Ji ber tirsa erdhejê welatiyan bi derfetên û alîkariya dewletê va bajêr terikandin û li ser vê bajêr xalî bû. Di vê kêliyê de AFADê bi destê TOKÎyê va li bajêr dest bi çêkirina avahiyan kir û ji bo ku welatî demildest bikaribin serê xwe bixin xaniyekî, xebatên çêkirina avahiyan bê navber di demsala zivistanê jî domand.
Li navenda Wanê, navçeya Erdîş û Edremîtê ji bo mexdûrên erdhejê avahî hatin çêkirin û di yekemîn salvegera erdhejê de di merasima ku Serokwezîrê serdemê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdar bû de kilîta avahiyan teslîmî mexdûran kirin.
- AFAD şev û roj xebitî
Midûrê Bajêr ê AFADê Osman Uçar der heqê xebatên ku ji erdhejê û vir ve tên meşandin de agahî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir digel ku di 2009an de hatin avakirin jî, lê wan bi rêbaza rêveberiya navendî va gelek kar pêk anîn.
Uçar da bibîrxistin ku piştî erdhejê wan li Wanê derfetê starê dan 175 hezar kesî û wiha domand, "Me 20 hezar û 692 kawil pawij kirin. Li navenda bajêr û Erdîşê bi tevahî 30 hezar û 907 avahî, li gundan jî 25 hezar û 334 avahî hatin çêkirin."
Uçar bal kişand ku li dû erdheja Wanê 5 milyar û 348 milyon û 920 hezar lîre pere hat xerckirin.