Günay Nuh
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
ARDAHAN (AA) - Rêya Erdexan û Ardanuçê ku ji 29ê Adarê va ji ber berfê girtî bû hat vekirin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 183yemîn ya Rêbejê li Derbasoka Bilbilanê ku 2 hezar û 581 mêtro bilind e dest bi xebatên vekirina rê kirin.
Di encama xebatan da ekîban rêya Erdexan û Ardanuçê ku Erdexan û herêma Behra Reş digihîne hev û 7 roj e ji ber berfê girtî bû, vekirin.