Ekip
09 Sibat 2023•Rojanekirin: 10 Sibat 2023
AFAD: Di erdhejên Meraşê da ji saet 08.30î pê va 18 hezar û 342 kesan wefat kir, 74 hezar û 242 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya AFADê, piştî erdhejên mezinahî 7,7 û 7,6 ên navend Pazarcik û Elbistana navçeyên Kahramanmaraşê, 1117 paşhej çêbûn.

Li parêzgehên Kahramanmaraş, Entabê, Şanliurfa, Diyarbekir, Edene, Adiyeman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê hejmara kesên mirin derket 12 hezar û 873yan, ya birîndaran jî derket 62 hezar û 937an.
Li herêmê 24 hezar û 727 personelê xilaskirinê yê ekîbên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlekariya Qeraxan, DAK, Guven, îtfaiye, texlisiye, MEB, STK û her wiha ekîbên navneteweyî peywirê dikin.

Hejmara personelê lêgerîn xilaskirinê yên welatên biyanî jî 5 hezar û 709 e.
Her wiha tevî xwebexşan hejmara personelê AFAD, Ewlekarî, Cendirme, MSB, UMKE, ambulansan derket 113 hezar û 201 e.
Ji bo 10 bajarên ku erdhejê tesîr lê kir ji hêla AFAD û Heyva Sor 137 hezar û 929 kon, milyonek û 255 hezar û 500 betanî hatin sewqkirin, vegirtina 92 hezar û 738 konên malbatan hatin temamkirin.
Her wiha ji Heyva Sor, AFAD, MSB, Cendirme, Saziyên Civaka Sivîl bo herêmê 95 metbexên mobîl, 79 wesayîtên îkramê, aşxaneyeke mobîl, 4 firinên mobîl, metbexeke konteyner û 86 wesayîtên xizmetê hatin sewqkirin.