08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Edeneyê ji bo 4 kesên ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine heta 5 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Lêpirsîna der heqê A.Y, D.A, E.I û S.U.Yê ku tê îdakirin li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine û hin tişt parvekirine hat temam kirin.
Îdianameya ku bi destê dozgerê sucê "Propagandaya rêxistina terorê" hatibû amadekirin ji aliyê Mehkemeya Cezayê Giran a 12emîn a Edeneyê va hat qebûl kirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku şikbaran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî progagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine û çalakiyên wan meşrû nîşan dane.
Dozger ji ber ku şikbar were cezakirin heta 5 salan cezayê hepsê xwest. Şikbaran di parastina xwe da sucên tên îdiakirin red kirin.