15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Navxweyî da zanîn di operasyonên ku 3 rojên dawîn li 36 bajaran birin ser PKK/KCKya rêxistina terorê da 245 kes û di ya li 25 bajaran birin ser DEAŞê da jî 146 gumanbar hatin binçavkirin.
Wezretê daxuyanî weşand û der barê operasyonên ku li nav welêt dijî PKK/KCK û DEAŞa rêxistinên terorê hatin kirin da agahî da.
Li gor daxuyaniya wezaretê di 3 rojên dawîn da li 36 bajaran dijî PKK/KCK 63 operasyon hatin kirin û 245 gumanbar hatin binçavkirin.
Di 44 operasyonên ku nav 3 rojên dawîn da li 25 bajaran dijî DEAŞê hat kirin da jî 146 kes hatin qefaltin.
Hat ragihandin ku operasyon dewam dikin.