15 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2019
Çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihîjin zarokên xwe di 3ê Îlonê da li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dabûn destpêkirin, dewam dike û îro jî ji Agiriyê bavekî ku qîza wî ya 4 sal berê 17 salî bû û bi xapandinê revandine serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû.
Yasîn Kayayê ku 4 sal berê qîza wî Çîgdem Kaya ya wê demê 17 salî bû û bi xapandin revandibûn serê çiyê hat pêş avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê.
Kaya daxuyanî da û diyar kir ku qîza wî dema diçû pola 2yemîn ew hat revandin û wiha pê da çû: "Em pir li ber vê yekê ketin. Ez çûm dibistanê ne li wir bû. Min haya ewlehiyê pê xist. Ji min ra gotin ku qîza te revandine serê çiyê. Kesê qîza min xapand û bir serê çiyê ji hêla hêzên ewlehiyê va hat qefaltin û niha di girtîgehê da ye. Sebiya min ji hêla HDPê va hatiye birin. HDP vê hertim dike. Min qîza xwe şand dibistanê lê wan ew revand serê çiyê. Wan mala min xera kir."
Bavê xemgîn got ew dixwaze bigihîje qîza xwe û wiha dewam kir: "Qîza min mesûm bû. We çawa ew revand. Qîza min heke min dibihîse bila bireve û were. Were cem malbata xwe. Ji PKKê bireve û xwe bispêre dewletê. Deriyê min ji te ra vekiriye."
Kaya dema daxuyanî dida ji ser xwe çû xeriqî û ekîbên Servîsa Bilez mudaxale kirin û ew bi ser xwe da hat.