Ahmet Sertan Usul
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Midûrê Giştî yê Kêmkirina Xetereyê û Erdhejê yê Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) Orhan Tatar da zanîn ku piştî erdhejên navend Kahramanmaraş 8 hezar û 550 paşhej çêbûn.
Tatar di civîna çapemeniyê ya li AFADê hat lidarxistin da bi bîr xist ku piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an ên di 6ê sibatê da çêbûn di 20ê sibatê da li Hatayê bi mezinahiya 6,4an erdhej çêbû.
Tatar destnîşan kir ku ev erdhej bû sedema gelek paşhejan û got ku "Piştî van hemû erdhejan 8 hezar û 550 paşhej çêbûn. Ev birastî jî reqameke gelekî mezin e. Me jimara erdhejên divabû me di nav 4 mehan da qeyd bikirana di nav 17 rojan da qeyd kir. Ango 3 deqîqe carekî paşhejek çêbû."
- "Hê jî paşhejên ji 5an mezintir çêdibin"
Tatar destnîşan kir ku piraniya van paşhejan tên hîskirin û hişyariya "Di rojên pêş me da hê jî dibe paşhejên ji 5an mezintir çêbin. Ji ber vê gelekî girîng e ku welatiyên me ji avahiyên zirardîtî dûr bisekinin."