Peşkavêtinê li Serokatiya Karên Diyanetê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Midûrê Giştî yê Xizmetên Umre û Hecê Enver Gunenç di peşkavêtinê da axivî û destnîşan kir ku Serokatiya Karên Diyanetê rêberiya kesên ku diçin axa pîroz dike.
Gunenç destnîşan kir ku ji ber kêmasiya derfetan niha milyonek û 244 hezar û 629 kes di dorê da ne.
Gunenç diyar kir ku li derdora Ke'beyê xebatên berfirehkirinê hene û got ku ji ber vê jî di sala 2013yan da qoteya ji sedî 20î danîn û wê di sala 2014an da jî ev dewam bike.
Gunenç destnîşan kir ku îsal serlêdanên teze nehatin qebûlkirin û wiha got: "Kesên ku di sala 2007an da serlêdana hecê kirine û heta 2014an jî bê navber serlêdan kirine wê di sala 2014an da li gor nimroya dorê heqê qeydê bi dest bixin."