DIYARBEKIR
Li Diyarbekirê herdu malbatên xwînî bi xwarina lihevhatinê dawî li neyariya di nava xwe de anîn.
Di navbera malbata Uçum û Bal de ji ber kuştina kesekî 8 meh berê neyariyê dest pê kiribû û bi xwarina lihevhatinê ve jî bi dawî bû.
Ligel Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê gelek vexwendî beşdarî xwarina li saloneke dawetê ya li navçeya Kayapinarê bûn.
Kişanakê di axaftina xwe ya li vir de spasiya mabeynkar û malbatên ku li hev hatin kir.
Kişnakê balkişand ku carna benî adem xwe nagre û bi hêrs dibe û wiha xeberda: "Em hemû wê çaxê kî li cem me be, li nêzî me hebe divê em bi destegiriya wan ve ewil rawestin da ku ew hêrsa dibe sedema zirar û poşmaniyê derbas bibe. Ji ber ku hêrsa lehzeyekê dibe ku siberoja me xera bike û hizûra malbata me namîne."
Li dû axaftinan herdu malbat ji binê Qur'ana Kerîm derbas bûn, destên xwe dan hev û li hev hatin.