DIYARBAKIR
Li Zanîngeha Dîcleyê (ZD) di navbera xwendekarên dijber de rageşî derket.
Endamên Kûluba Ciwaniyê ya Bîlgeyê xwestin ku li ber avahiya Fakulteya Perwerdeyê ya Ziya Gokalpê ya ZDyê daxuyaniya çapemeniyê bidin lê polês destûr neda wan.
Di vê navberê de komeke xwendekarên din ên ku li ber fakulteyê kom bû û di navbera her du koman de rageşiyeke demkurt derket. Hêzên ewlehiyê midaxele kirin û berî ku mezin be rê li ber bûyerê girtin.
Endamên Kûluba Ciwaniyê ya Bîlgeyê heta ber Fakulteya Îlahiyatê meşiyan û Mûstafa Dogan li ser navê komê daxuyanî da. Dogan got rektoriyê destûr neda ku semînera bi navê "Wek gelekî mezlûm ê li Rojhilata Navîn; Kurd û Rizgariya Îslamî".
Kom piştî daxuyaniyê belav bû.