ANKARA
Erebîstana Siûdî kontenjanên hecê daxist. Serokatiya Karên Diyanetê ji ber vê yekê ji bo ku heciyên ku îsal nikarin biçin hecê diyar bike pişk avêt.
Wekîlê Midûrê Giştî yê Karên Ûmre û Hecê Ergûn Yûcel got ku milyonek 372 hezar û 231 kesî ji bo hecê serî li diyanetê da û beşdarî pişkê bûn. Kesên ku mafê çûna hecê bi dest xistin qeyda xwe çêkirin.
Yûcel dest nîşan kir ku Qraliyeta Erebîstana Siûdî di demsala heca 2013an de bi hinceta ku dora Kabeyê fireh dike kontenjanên hecê yên welatên Îslamê ji sedî 20 daxist. Yûcel got ku Serokatiya Diyanetê teşebûsên hewcedar demildest bi cî anîn.
Yûcel diyar kir ku beriya gotinên rayedarên Siûdî, li Tirkiyeyê hemû muameleyên hacê hatine tamamkirin, der barê heqdayina kaporayan de agahî dan û ev ê bibe sedema zirarên madî û manewî. Lê belê Erebistana Siûdî ji ya xwe nehat xwarê.
Yûcel got ku Lijneya Ûmre û Hecê li ser vê yekê kontejanên kesên ku mafê çûna hecê bi dest xistibûn ji sedî 20 daxist. Yûcel ragihand ku mafê 14 hezar û 800 kesî ku îsal qeyda xwe kirin, hiştin sala 2014an.
3 hezar 563 kesên ku qeyda xwe kiribûn jî bi dilkirî mafê xwe dewrê sala bê kirin. Yûcel dest nîşan kir ku mafê çûna hecê ya 313 peywirdaran jî paş xistin û got ku dê 59 hezar û 200 welatî biçin xaka pîroz.
Yûcel got ku mixabin emê 9 hezar û 924 kesî ji 14 hezar û 800 kesî bi pişkê diyar bikin. Birayên me yên ku di pişkê de navên wan ji bo sala bê derketin bila xemgîn nebin.
Arîkarê Serokê Karên Diyanetê Ekrem Keleş û endamên Lijneya Hecê ya Navserokwezaretî pê li butonê kirin û navên 9 hezar û 924 namzedên heciyan diyar kirin.
Keleş diyar kir ku di Serokatiya Karên Diyanetê de pişka herî xemgîn hat kişandin û spasiya namzedên hecê yên ku mafê xwe avêtin sala pêş, kir.
Hin namzedên hecê li hêwana pişk hat kişandin bûn û encam ji ekranê temaşe kirin. Namzedên ku navên wan derket xemgîn bûn, yên din kêfxweş bûn.
Navê namzeda hecê Gulsade Gumuşsoy jî di nav kesên ku ji pişkê derketin de bû. Gumuşsoy diyar kir ku ev 6 sal in li benda çûna hecê ye û bi girî got ku mirazê min di çavên min de ma.
Namzet dikarin encaman ji malpera Serokatiya Karên Diyanetê hîn bibin.