DIYARBAKIR
Parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik got: "Pirsgirêka Kurdan 100 salî ye û ji têkoşînê veguheriye muzakereyê. Ev girîng e lêbelê her çiqas muxatabê pirsgirêkê em bin jî, haya me ji neveroka besteka demokratîkbûnê tuneye."
Bi Pêngava Meclîsa Aştiyê ya Diyarbekirê ve li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Diyarbekirê ji aliyê Şemsettîn Koç ve panela bi navê "Pêvajoya Çareseriyê Di Kîjan Astê De Ye" hat lidarxistin.
Sirri Sakik jî wek axaftvan beşdarî panelê bû û got ku li welêt di 30 salên dawî de bûyerên gelek mezin qewimîn lê ev 7 meh in ku pêvajeyeke nû ya çareseriyê dest pê kiriye.
Sakik got: "Ev cara ewil e ku dewlet bi kurdan re li ser maseyê rûnişt, têkoşîna bi çek veguherî muzakereyê. Lê her çiqas muxatabê pirsgirêkê em bin jî haya me ji naveroka besteka demokratîkbûnê tune ye. Li hember vê rewşê, ji bo pêk hatina aştiyê dîsa jî em bi hêvî ne."
Sakik parast ku divê pêvajo bi awayekî zelal dewam bike û got: "Werin em bi hev re, yên di raporên mirovên aqilmendan de hatine nivisîn pêk bînin. Dê di 30ê îlonê de besteka demokratîkbûnê bê eşkerekirin lê em nizanin çi tê de heye. Bi têkiliya dîl û efendî pêvajo nayê meşandin. Heta ku BDPê û gelê kurd wek muxatab nebînin û nekevin têkiliyê pêvajo bi awayekî baş nameşe û aştî pêk nayê. Divê em bi hev re tevbigerin."
"Tirkiyê gavên gelek baş avêtin"
Endamê Heyeta Mirovên Aqilmend ê Herêma Behra Reş Oral Çalişlar got: "Ji bo pevajoya çareseriyê gavên girîng ji aliyê Serokwezîr Erdogan û Abdûllah Ocalan ve hatin avêtin. Divê em spasiyên xwe pêşkêşî van her duyan bikin."
Çalişlar da zanîn ku gihiştine asteke baş û got: "Tirkiyê gavên girîng avêtin. Bi dozên Ergenekon û Balyozê, derbeya herî mezin ya di dîroka mîlîterîzmê de têk bir. Divê em qebûl bikin ku di vê pêşketinê de rola kurdan gelek girîng e. Tirkiye ev 7 meh in pêvajoyê bê şer û bi awayekî serkeftî didomîne. Divê ev pêvajo di dema bê de vegerînin pêvajoya muzakereyên siyasî ya demokratîk. Lê divê em bi sebir tevbigerin. Em hêvî dikin ku besteka demokratîkbûnê, pirsgirêkan çareser bike. Pêvajoya piştî eşkerekirina besteka demokratîkbûnê divê wek pêvajoya şêwirînê bê qebûlkirin. Lewra mijarên di bestekê de, di rojekê de pêk nayên, pêdiviya me bi sebir û aramiyê heye. Bi hin daxwazan dê makezagon bê guhertin. Divê ev pêvajo wek pêvajoya parvekirina fikr û ramanan bê qebûlkirin."