28 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
MÛSIL
Artêşa Iraqê ji bo ku Mûsilê ji destê rêxistina terorê DAEŞê bistîne operasyonek dabû destpêkirin û pênc roj li ser operasyonê re derbas bû. Hat ragihandin ku 3 gund ji destê DAEŞê hatin xilaskirin û ji ber rewşa hewayê operasyon hat sekinandin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Mehmurê Ziryar Vesanî ji nûçegihanê AAyê re got ku di pevçûna navbera leşkerên Iraqê û milîtanan de 8 leşker mirin û ji 20î zêdetir jî leşker birîndar bûn, 3 gundên ku di destê DAEŞê de bûn jî hatin rizgarkirin.
Vesanî got ji ber ku baran dibare esker nikarin zêde pêş ve herin û li der û dora gundê Nesîrê pevçûn û êrîş çênabin.
Ji bilî artêşa Iraqê hêzên sunî Haşdî Wetanî jî beşdarî operasyona Mûsilê bûn. Pêşmergeyan jî piştgirî da operasyonê lê bi aktîf di pevçûnan de cih negirt.
Li herêmê ji ber pevçûnan hezar û 500î zêdetir sivîlan malên xwe terk kirin, xwe spartin mewziyên pêşmergeyan.
Wezareta Parastinê ya Iraqê di 24ê adarê de daxuyandibû ku ji bo ku Mûsil bê xilaskirin operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.