24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê do ji hewayê operasyon birin ser Xakurk, Heftanîn, Avaşîn û Basyana qampên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê. Jetan 11 hedefên terorîstan ên ku di nav da cebilxane, kozik û sitarheg hene îmhe kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, piştî keşfên ku li bakurê Iraqê hatin kirin do ji hewayê operasyon birin ser rêxistina cihêkar.
Teyareyên F-16 û F-4 2020 ên girêdayî Fermandariya Hêzên Hewayê operasyon birin ser Xakurk, Heftanîn, Avaşîn û Basyana qampên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê û 11 hedef îmhe kirin. Di operasyona ku bi tevahî 12 jet tevlîbûnê da hedefên terorîstan ên ku di nav da cebilxane, kozik û sitarheg hene hatin îmhe kirin.