24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di dema operasyona ku dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz tê birêvebirin de teqemeniya ji hêla endamên rêxistinê ve hatibû veşartin teqiya. Di teqînê de ji hêzên ewlehiyê eskerek cangorî bû û 4 esker jî birîndar bûn.
Serokatiya Sererkaniyê ji ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û diyar kir ku li Nisêbînê operasyonên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz dest pê kiribû didome.
Hat ragihandin ku teqemeniyeke ku ji hêla terorîstan ve berê hatibû veşartin dema operasyon dihat kirin teqiya û di bûyerê de eskerek cangorî bû û 4 eskerên ku birîndar bûn jî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin û tedawiya wan li wê derê didome.