Aykut Karadağ
31 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir li Hekariyê bi beşdariya 710 personelî va operasyona Eren Zivistan-32yê ya Bînbaşî Cendirmeyê Şehîd Başayar dan destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin terorîstên li herêmê sitar bûne bên berterefkirin operasyona Eren Zivistan-32yê ya Bînbaşî Cendirmeyê Şehîd Yavuz Başayar (Hekarî-Oveç)hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku 48 tîmên operasyonel ên ji 710 personelên Herekata Taybet a Cendirmeyan, Cendirmeyên Qomando û gundparêzan pêk tên di operasyonê da wezîfeyê dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo li nav welêt terorîst ji holê bên rakirin operasyonên 'Eren Zivistan'ê tên kirin û bi piştgiriya gel operasyon wê bi serkeftî dewam dikin.