Hakan Sarı
31 Adar 2022•Rojanekirin: 01 Nîsan 2022
Li Ozalpa navçeya Wanê piştî ku germahî zêde bû û berfhelînê dest pê kir, li deştan golên piçûk ên avê çêbûn.
Serokê Odeya Ziraetê ya Ozalpê Şayettin Ceylanci li deverê lêkolîn pêk anîn û ji rojnamegeran ra diyar kir, deşta li başûrê Taxa Tepedamê ya li ser navçeyê di bin avê da ma.
Ceylanci bal kişand, ji ber barîna zêde ya berfê ew hêvî dikin ku îsal dê pirsgirêka avê çênebe û wiha dewam kir, "Ev av dibe ku nîşane be ku îsal dê mîna par hişkesalî çênebe. Em vê li gorî rewşa niha şîrove dikin. Li tevahiya parêzgehê heger di nîsan û gulanê da jî baran dewam bike, hişkesaliya ku par xwe nîşan da, dê bi rêjeyeke mezin ji holê rabe."
Muzaffer Akkuşçu ku li navçeyê cotkariyê dike jî diyar kir, par ji ber hişkesaliyê wan ber û berhemeke baş hilneda.
Akkuşçu bal kişand ku îsal zehf berf barî û wiha dewam kir, "Ji ber hindê jî çavkaniyên ava binerd dê zêde bibe. Rewaya axê dê zêde be. Ev golên piçûk ên li vê deştê çêbûne înşelah dê havînê wekî ber û berhem li me vegere."
Dîmena deşta di bin avê da ma ya li nêzîkî Taxa Tepedamê bi droneê hat kişandin.