16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
ERZURUM
Li Erziromê ji sê kesên ku di operasyona ser DAEŞa rêxistina terorê de hatibûn binçavkirin, du kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin A.O.O, E.A û S.Kyê ku piştî miameleyên li Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Erziromê derxistin edliyeyê û A.O.O, E.A û S.K bi qasî 5 saetan îfade da dozgeriya Komarê.
Ji gumanbaran A.O.O û E.A ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê kirin û gumanbar hatin girtin.
Bersûcê din S.K jî bi şertê "kontrola edlî" serbest hat berdan.
- Bûyer
Li Erziromê di operasyona pêr a ser DAEŞa rêxistina terorê de sê kes hatibûn binçavkirin, di îkametên gumanbaran de gelek belgeyên rêxistinî hatibûn bidestxistin.