16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
SÎÎRT
Li Erûha navçeya Sêrtê di lêgerîna ku di malekî hat kirin de roketavêj, tifinga bi makîne û cebilxaneyên wê û 4 keleş hatin bidestxistin.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku ekîbên Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr li gundê Payamliyê di mala A.G de lêgerîn kirin.
Di lêgerînê de roketavêjeke RPG-7, tifingeke bi makîne û 525 cebilxaneyên vê çekê, 4 keleş û du çenteyên piştan hatin dîtin.
Bi telîmata Dozgeriya Komarê ya Erûhê der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.