Türkan Tosun
10 Îlon 2020•Rojanekirin: 10 Îlon 2020
Di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da der barê 22 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn û navend Edene li 15 bajaran operasyon hat kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da der barê 22 şikbaran da ji ber hinceta "îmamên mehrem" ên xwendekarên mekteba polêsan in biryara binçavkirinê da.
Di nav van kesan da serefserek, 2 mamoste, xebatkarekî SGKyê, 6 xebatkarên sektora taybet û polêsên li ser wezîfeyê ne hene.
Ekîban navend Edene li 15 bajaran operasyon kirin û hin şikbar binçav kirin.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê ekîban şikbar birin midûriya ewlehiyê.