13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê li sê taxên ku êrîşên terorîstan lê zêde bûn, dîmenên taxê zirara terorê nîşan didin.
Terorîst dibistan, mal û mizgeftan wek kozik diemilînin û bi makîneyên kar ku dest datînin ser, xendekan vedikin û teqemeniyan bi cî dikin.
Li navçeyê operasyona cendirme û polêsan dewam dike û li taxên Mescid, Tekel û Konakê qedexeya derketina derva dewam dike.
Bi taybetî Dibistana Seretayî ya Razamenî ya Sîlwanê û Lîseya Anadolu Îmam Hatîp ya Silwanê zirareke mezin dîtiye. Endamên rêxistina terorê di dîwran da qul vekirine û di van qulan da diçûn û tên û wek kozik diemilînin.
- Welatiyên li taxê wek mertal tên emilandin
Ji ber êrîşan mal, kuçe û dikanên li taxên navçeyê jî zirareke mezin dîtine. Gelek welatiyan ji ber bûyeran malên xwe terikandine û malên li serê kuçeyan jî bi destê endamên rêxistinê hatine valakirin. Endamên rêxistinê welatiyên li taxê wek mertal diemilînin.
Piştî ku hin welatî ji malên xwe revîn terorîst deriyên malan dişkînin û dikevin xaniyan û wek kozik bi kar tînin. Endamên rêxistinê dîwarên xaniyan qul dikin û ji wir li derdorê mêzê dikin.
- Mizgeftan diemilînin
Mizgeftên ku ji ber bûyeran vala mane jî wek kozik tên emilandin. Terorîst deriyên mizgeftan dişkînin û diemilînin.
Xendek û barîkatên di kuçe û kolanan da jî rewşê eşkere dikin. Endamên rêxistinê dest datînin ser makîneyên kar û xendek û kortalan vedikin û teqemeniyan bi cî dikin.
Di avahiyan da ciyê guleyan xuya dikin û ji ber teqemeniyên terorîstan di xetên av û ceyranê da xisar çêdibin.
Hêzên ewlehiyê mal bi mal digerin, xendekan digirin û pêşva diherin. Ji ber teqemeniyên ku hatine bicîkirin û veşartin hêzên ewlehiyê bi baldarî hereket dikin. Rayedar destnîşan dikin heta ku terorîst ji holê bên rakirin wê operasyon dewam bikin.
Qaymeqamê Sîlwanê Murat Kutuk daxuyanî da rojnamevanên li navçeyê û wiha got: "Li Mescid, Tekel û Konakê xendekên ku hatine kolandin tên girtin û barîkat tên rakirin. Endamên rêxistinê bi rokêtan êrîşî makîneyên kar dikin."
Kutuk destnîşan kir ji ber ku di xendek û barîkatan da teqemenî hene operasyon bi hesasî dewam dikin û wiha got: "Înşellah di demeke nêz da xendek û barîkat bên rakirin û xizmetên kamuyê bên dayîn."
Kutuk diyar kir ku xelkê Sîlwanê jî ji çalakiyên terorîstan aciz in.
Kutuk diyar kir îdiayên ku dibêjin di operasyonê da li dijî rêxistina terorê li navenda navçeyê tank û top û çekên giran emilandine, rast nînin.