14 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo êrîşên li Parîsê hatin lidarxistin got: "Hedefa êrîşa namerdî ya li Parîsê hemû mirovahî ye. Em Tirkiye vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di mijara li dijî terorê de milê wan di milê Fransayê de ye û wiha dewam kir: "Hedefa êrîşa namerdî ya li Parîsê hemû mirovahî ye. Em Tirkiye vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Di têkoşîna li dijî terorê de em li bal Fransayê ne. Serê gelê Fransayê û xizmên kesên ku hatin kuştin sax be."