Özcan Yıldırım
24 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2023
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) terorîstê ku qaşo berpirsê Eynulerebê (Kobanî) yê PKK/YPGya rêxistina terorê ye û kodnavê wî "Bahoz Efrîn" e, li Sûriyeyê berteref kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, ajanên qadê yên MÎTê agahî hilda ku terorîstê bi kodnavê "Bahoz Efrîn" li ser xeta sînor amadehiyê dike ku li dijî hêzên asayîşê çalakiyeke nû bike. Li gor agahiyê terorîst ji sala 2019an pê va di nava rêxistina terorê da dest bi fealiyetan kiriye, ji sala 2021an pê va jî qaşo bûye berpirsê Eynulerebê.
Terorîst li lîsteya hedefê ya pêşîn hat zêdekirin û ji nêz va hat şopandin. Li ser agahiya ku di qonaxa dawîn a çalakiya xwe ya ku plan kiriye da ye, liv û tevgerê dest pê kir.
Bi operasyona ku hat kirin va qaşo berpirsê eyaleta Eynulerebê yê rêxistina terorê "Bahoz Efrîn" hat berterefkirin.
- Rêxistina terorê di dîtina berpirsiyaran da tengasiyê dikişîne
Berterefkirina terorîstê bi kodnavê "Bahoz Efrîn" felişîna rêxistina terorê jî bileztir kir.
Hat gotin, ji ber ku MÎT timî terorîstên berpirsên Eynulerebê berteref dike, rêxistin li herêmê di qeyraneke mezin da ye û ji bo dîtina terorîstên berpirsiyar, tengasiyê dikişîne.