Fatih Gazioğlu
28 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Mixtariya Konuktepeya gundê Agiriyê ev 84 sal in di destê malbata Aslan de ye. Malbata Aslan dixwaze vê hilbijartinê mixtariyê qezenc bikin.
Gundê Konuktepeyê ji navenda Agiriyê 10 kîlometre dûr e û nifûsa wê 290 e.
Li gund ji sala 1935an vir heta niha malbata Aslan mixtariyê dike. Mixtarê gund yê ewil Ahmet Aslan bû.
Ahmet Aslan qasî 40 salan mixtarî kir û piştra Sitki Aslanê kurê wî bû reqibê bavê xwe û wî qezenc kir.
Sitki Aslan jî qasî 22 sala mixtarî kir û piştra wefat kir. Piştî wefata Sitki Aslan biraya wî Muhammet Hanîfî Aslan (62) bû mixtar û wî qederê 22 salan wezîfe kir.
Mixtar Muhammet Hanîfî Aslan ji bo hilbijartina 31 adarê vê dorê nebû namzed û kurê xwe Enîs Aslan namzed nîşan da.
Muhammet Hanîfî Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gund hemû kes eqrebayê hevdu ne. Alsan got ku wezîfeya mixtariyê ev 84 sal in malbata wan dike û wiha axivî:"Bavê min li vî gundî 40 salan mixtarî kir. Ji sala 1997an vir va jî ez mixtarim. Îsal ez nebûm namzed. Min got bila vê dorê kûrê min bibe mixtar. Ez êdî kal bûm. Di dema mixtariya me de rêya gundên me hemû hatin asfaltkirin. Li gundê me mizgeft, ciyê serxweşiyê û mekteb hatin çêkirin. Şikur rewş û îmkanên gundê me baş in. Me emirê xwe ji bo xizmeta gund xerc û derbas kir."