Malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatin revandin û li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakiya xwe didomînin daxuyandin ji ber bûyerên li Licê rojek navber dan çalakiyên xwe.
Malbatên ku li bajêr di otêlekê de dimînin, diyar kirin ku ji sibê û pê ve li cihê ku çalakiyê dikin dê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Sureya Toklar a ku ji Wanê ji bo kurê xwe Efkan Toklar hat û beşdarê çalakiyê bû, di daxuyaniya xwe ya ku da nuçegihanê AAyê de diyar kir ku ji bo kurê xwe yê ku ev 3 meh in wenda ye beşdarî çalakiyê bû û îro navber dan çalakiyê.
Tokarê destnîşan kir ku li gel malbatên din biryar dan ku sibê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha dewam kir: "Bi biryara hevpar ve em ê sibê dest bi greva birçîbûnê bikin. Greva me ya birçîbûnê dê 2 rojan bidome. Ger daxwazên me neynin cih û zarokên me nedin me, em ê dest bi rojiya mirinê bikin."
Tokarê got ku ew endamê tu partiyan nînin û naxwazin ku tu kes li ser wan siyasetê bikin ü wiha pê de çû: "Em bangî rayedaran dikin, bila zarokên me bidin me. Hema ji destê kê çi tê bila bike. Em ji siyasetê fêm nakin, tu karê me bi siyasetê re tuneye û em endamê tu partiyan jî ninin. Bila tu kes li ser me siyasetê neke. Em bangî hemû rayedaran dikin, çarêseriyekê bibînin. Em tenê zarokên xwe dixwazin."