Lûtkeya STRATCOM 2026ê li Stenbolê dest pê kir
Ankara
Lûtkeya Stratcomê ku îsal ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê va 5emîna wê tê lidarxistin ewê 27-28ê Adarê li Stenbolê birêva biçe.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat destnîşankirin ku ev lûtke, ku dê rêberên cîhanê, dîplomat û pisporan bîne cem hev, di demekê da tê lidarxistin ku girjiya jeopolîtîk zêde bûye û qeyranên cîhanî bi lez mezin dibin.
Li gorî daxuyaniyê çalakiya ku dê 2 rojan berdewam be ewê serokên dewletan, wezîr, çêkerên siyasetê û akademîsyenên pêşeng bîne cem hev. Bi vê ra armanc ew e ku siberoja pergala navneteweyî, ragihandina stratejîk û rêveberina qeyranên gerdûnî çareser bike.
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vîdyopeyamek şand Lûtkeya Ragihandina Stratêjîk
Serokomar Erdogan di peyama xwe da got, "Em ê ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li cîhanê çavkaniyên xwe seferber bikin."
Erdogan di peyama xwe da kêfxweşiya xwe ya ji bo mazûvaniya beşdaran destnîşan kir.
Serokomar Erdogan diyar kir wê ji bo avakirina aştî û ewlehiyê li cîhanê çavkaniyên xwe seferber bikin û wiha got, "Sîstema navneteweyî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji hêla serkeftiyan va hatiye damezrandin, di her warî da qeyraneke mezin ya meşrûiyetê ra rûbirû ye."
Erdogan di peyama xwe da got, "Bidawîanîna trajediyan û sazkirina aştî, aramî û îstiqrarê li seranserê cîhanê, bi taybetî li herêma me, ji her demê girîngtir e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiye wê helwesta xwe ya bi rêgez, biryardar û aştîxwaz ya ku li ser nirxên mirovî û edaletê disekine, bi biryardarî bidomîne.
Lûtke bi rûniştineke vekirinê ku Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz û gelek dîplomatên payebilind beşdar bûn, dest pê kir.
Roja yekem dê li ser awayê ku ragihandina stratejîk pergala cîhanî ya guherbar şekil dide bisekine.
Roja yekem a lûtkeyê dê bi panelekê li ser hevgirtina qeyranên bawerî û meşrûiyetê yên ku di saziyên navneteweyî da bi pirsgirêkên jinan, koçberiyê û polîtîkayên civakî ra zêde dibin, bi dawî bibe.
Roja duyem dê bi gotareke Wezîrê Derva Hakan Fîdan dest pê bike.
Yên ku dixwazin beşdarî lûtkeyê bibin dikarin heta 24ê adarê saet 18.00an ji ser navnîşana înternetê ya https://www.stratcomsummit.com/tr/kayit qeyda xwe çêbikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
