Beşir Şavur
27 Adar 2026•Rojanekirin: 28 Adar 2026
Li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê mijê bandoreke neyênî li ser jiyana rojane kir.
Mija ku destê sibehê li navçeyê dest pê kir, li hin deveran mesafeya dîtinê heta 15 metreyan kêm kir.
Ji ber mijê ajokar neçar man ku leza xwe kêm bikin û bi baldarî biçin.
Ekîbên polêsan ajokar hişyar kirin ku li deverên bi mij baldar bin û mesafeya şopandinê biparêzin.