20 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ÎZMIR
Li gor îdiayê li Îzmirê 19 kesan bi behaneya Newrozê wê bi molotof, fîşenga hewayî û teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin va çalakî bikirana, lê hatin binçavkirin.
Bi telîmata Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê, ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajarê Îzmirê li 8 navçeyan operasyon kir. Di operasyonê da 3 komele û nûnertiyeke navçeyê ya HDPê di nav da li 32 navnîşanan lêgerîn hat kirin.
Nêzî 500 polêsî beşdarî operasyonê bûn û li gor îdiayê 19 kesan bi behaneya Newrozê wê bi molotof, fîşenga hewayî û teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin va çalakî bikirana, lê di operasyonê da hatin binçavkirin, polês li 10 kesan jî digere.
Di operasyonê da 2 hişkeber û 89 fîşengên wan û hin weşanên aîdê rêxistina terorê hatin bidestxistin.
Di nav kesên ku hatin binçavkirin da Serokê Navçeya Bucayê yê HDPê C.A û Serokê Navçeya Konakê M.K û rêvebirên teşkîlata navçeyê jî hene.